Kanûn 14, 2018 17:17 Asia/Tehran
  • Iraqî li ber parêzgariya Besrê xwenîşandan li dar xistin

Xelkê Iraqê pîştî nîvroja îro li ber parêzgariya Besrê xwenîşandan li dar xistin û xwestin ku pirsgirêkên xizmetgihandin û tenahiyê li vê parêzgehê demlidest ji holê werin rakirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, xelkê Besrê careka din bona nîşandana nerizamendiya xwe ya li hember partîheziyê û kêmbûna asta xizmeguzariyên dewleta vî welatî ku hîn kabîneya wê jî nekemilîye, xwenîşandan li dar xistin.

Kanala El Mesîrê ragihand ku ev xwenîşandana li ber parêzgariya Besrê li halekê hate lidarxistin ku hejmareka zav a hêzên ewlehiyê li derdora parêzgariyê bicih bibûn.

El Sûmeriyê jî ragihand ku bi dehan kes ji xelkê Besrê îro bona redkirina serpişkxweziyê û bijartina gendelan û kêmbûn asta xizmetên dewletê, xwenîşandan li dar xistine.

Di naverast a îsal de li Besreyê du mehan liser hevûdu xwepêşandan li dij siyaseta xizmetguzarî, avê, bêkarî û gendeliyê pêkhatibûn. Besre di havîna îsal de bo mideha çend hefteyên lidûhev bû şahidê xwenîşandana berfireh ya gelanî bona nerizamendiya li hember bêkarî û kêmbûna xizmetguzariyên giştî û tenahiyê.

Ev xwenîşandana mehekê piştî serokwezîrtiya Adil Ebdulmehdî, careka din ji nû ve destpê bûn û di van hefteyên dawiyê de her midehê carekê li vê parêzgehê xwenîşandanên berbelav pêk tên.