Dec 12, 2018 18:58 Asia/Tehran
  • Yekemîn salvegera şikesta DAIŞ`ê li Iraqê

Balafirên cengê yên iraqî, roja buhurî (11`ê Kanûnê) êriş birine ser du bargehên ser bi Koma Terorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê ku di encama vê êrişê de bi dehan kes ji serkirdeyên DAIŞ`ê û endamên vê koma terorîst hatin kuştin û birîndar bûn.

Ev karê balafirên cengê yên Iraqê, di yekemîn salvegera şikesdayîna DAIŞ`ê li Iraqê de cih hat. Roja 10`ê Kanûnê li rojhejmêra Iraqê, roja Azadkirina Tam a Iraqê ji destê DAIŞ`ê hatiye binavkirin. DAIŞ di Hezîrana 2014`an de bi xiyaneta hin endamên navxweyî û piştevaniya hin welatên biyanî derbasî Iraqî bû û li dewamê jî yek sêyê axa vî welatî dagîr kir.

Hebûna DAIŞ`ê li Iraqê sê sal û nîvan berdewam bû lê şûnên vê hebûnê qet wê ji mejiya Iraqê dernekeve. Dema hebûna DAIŞ`ê li Iraqê, bi hezaran kes ji xelkê vî welatî hatine kuştin û birîndar bûne û bi mîlyonan iraqî jî aware bûne. Ji bilî viya destdirêjî li gelek jinan jî hate kirin, binavahiyên jiyanê bi taybet cotkariya Iraqê ji nav çûne û bi awayeka giştî serûberiya siyasî, aborî, civakî û çandî ya Iraqê kavil bû.

Bêguman eger fetwaya dîrokî ya merceê olî û alîkariyش Komara Îslamî ya Îranê nebûna, DAIŞ hîn jî li Iraqê bû. Piştî dagîrkirina pişkên zav ên coxrafiyaya Iraqê bi destê DAIŞ`ê, Şêx Mehdî Kerbelayî, nûnerê ayetulah Elî Sîstanî, merceê payebilind ê şîeyên Iraqê, li xutbeyên nimêja Îniyê ya Kerbelayê got: Wacib e ku welatiyên ku dikarin çekan rakirn, ji welat, netewث û nirxên xwe yên pîroz berevaniyê bikin û bi awayekî xwebexş ji bo vê armanca pîroz, tevlî hêzên ewlehiyê bibin. Berhem û encama vê fetwaya dîrokî, pêkhatina Heşda Şeibî li Iraqê bû ku roleka bibandor li şerrê dijî terorîsma DAIŞ`ê hebû. Di eynî demê de Komara îslamî ya Îranê, tenê welatek bû ku li ser daxwaza dewleta Iraqê li şerrê dijî terorîsma DAIŞ`ê bi awayekî çalak hevkarî kir û roleka girîng li jinavbirina rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li vî welatî lîst.

Tevî yeksalîbûna bidawîhatina xeyala xelafeta DAIŞ`ê li Iraqê, ev pirs dikeve rojevê ku niha rewşa DAIŞ`ê li Iraqê çawan e?

Şehedî û belgeyên meydanî û raporên çavkaniyên nûçeyan vê yekê nîşan didin ku rêxistina DAIŞ`ê, li Iraqê ji nav çûye û dewleta DAIŞ`ê li vî welatî tuneye lê paşdamaiyên DAIŞ`ê hîn li Iraqê hene û hewl didin wek berî sala 2014`an li navçeyên curbicur ên vî welatî, operasyona terorîstî û teqandinê cih bînin.

Mayk Naytês, karzanê meselên Iraqê li saziya Rojhilata Nêzîk a li Waşîngtonê, di vî warî de got: DAIŞ, ji destdayîna bajarên sereke yên ku li Iraqê di destê wan de bûn, tenê ji destdayîna yek ji navçeyên xwe yên zav ên di dema şerrê xwe yê demdirêj de dizanin û li wê wek bidawîhatina operasyonên xwe nanêrin belki ewê tenê livûtevgerek ji bo qonaxa nû ya operasyona xwe didin zanîn.

Her di vê çarçoveyê de kovara Atlantîkê, Îlona 2018`an li raporekê ser navê Dahatiya DAIŞ`ê li Iraqê, nivîsîye: Nîşaneka cidî ya şiyana DAIŞ`ê ji bo vegerê, hejmara şêxên wan eşîran  e ku DAIŞ`ê ew kuştine. Di mideha şeş mehên buhurî de her hefteyê bi awayeka navgîn sê şêxên eşîran bi destê DAIŞ`ê hatine kuştin û ji sala buhurî ve nêzî 200 gund bûne şahidê kuştina serokeşîr û şêxên xwe.

Tevî vê şiyanê, wer xûya dike ku dewlet û artêşa Iraqê gihîştiye vê qenaet û encamê ku ji bo jinavbirin yan jî herîkêm lawazkirina şiyana DAIŞ`ê ji bo vegeryana li qada Iraqê, li derveyî vî welatî û bi taybet li axa Sûriyê dijî vê koma terorîst şerr bike. Di rastiyê de, meriv dikare karê duh yê balafirên cengê yên Iraqê yê êrişa ser bargehên DAIŞ`ê yên li Sûriyê, Êrişa derwelatî ya Iraqê ser DAIŞ`ê bi armanca jinavbirina şiyana vegeryanê ya vê koma terorîst bide zanîn û bizanibe.