Kanûn 12, 2018 08:37 Asia/Tehran
  • Evdilmehdî careka din pêgirî kir; Iraq dê nebe beşeka boykotên Amerîkayê li dijî Îranê

Serokwezîrê Iraqê roja Sêşemiyê careka din pêgirî kir ku ev welata dê nebe beşeka boykotên Amerîkayê li dijî Îranê.

Li gorî rapora IRNAyê, Adil Evdilmehdî, Serokwezîrê Iraqê li civîna xw eya hefteyî ya digel nûçegihanan tevî pêgiriya lis er vê yekê ku Bexda l dijî sepandina boykotên yekalî li dijî Îranê ye, got: Bi zûtrikê desteyek ji Iraqê ji bo gotûbêj û çareserkirina mijara boykotan dê berê xwe bide Waşîngtonê.

Serokwezîrê Iraqê pêştir jî li ser dijayetiya welatê xwe digel boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê pêgirî kir û ragihand ku Iraq dê nebe beşeka pergala boykotên Amerîkayê li dijî Îranê.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê, 8ê Gulana 2018an, bi dubarekirina tawanên bêbingeh û pûç dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirinameya Atomî û vegeriyana boykotên atomî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand. Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû. Dora yekem a van boykotan ji roja 7ê Tebaxa 2018an va dest pê bû; Dora duyem jî ji roja 5ê Mijdara 2018an va kete qada cihanînê.