Kanûn 11, 2018 16:09 Asia/Tehran
  • Wergira Xelata Nobela Aştiyê: Heke cîhan pişta êzdiyan negire, dê careka dn tev bên kuştin

Nadiya Murad, wergira xelata Aştiya Nobelê hişyarî da ku eger civata cîhanî kiryarekê jibo piştevanî û berevaniya ji Kurdên Êzdî pêk neyne, ewna careka din ji aliyê hêzên tundrê û zêdegav dê bikevin ber Komkujiyê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Nadiya Murad, keçika Êzdî ya revyayî ji destê DAIŞê ku ji ber hewildanên xwe ji bo têkoşîna dijî tundî û koledariyê wek Balyoza Nêta Baş a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye hilbijartin û Xelata Aştiya Nobelê jî wergirtiye, li rêûrisma wergirtina xelata xwe ku hevdem digel salvegera ragihandina serketina Iraqê li hemberî DAIŞê bû, ragihand ku Komkujiya Kurdên Êzdî didome.

Wê her wiha got ku Kurdên Êzdî hewcedarî hevderdiya Civata Cîhanî tev xwe nînin; Ji ber ku eger kiryareka navneteweyî ji bo berevanî û piştevanya ciddî ji wan pêk neyê, ew ê cardin ji aliyê hêzên tundrê û zêdegav va tev bên kuştin.

Nadiya Muradê her wiha ji civaka cîhanî xwest ku ji bo vegeriyana mişextiyên Êzdî bo cihê jiyana xwe û pêkhatina pêbaweriya dubare ji bo wan, alîkariyên pêwîst bikin.

Wê destnîşan kir ku divê civaka cîhanî bi çavdêrî  û kontrola NY,  Kurdên Êzdî biparêze; Ji ber ku bêyî garantiya navneteweyî, metirsiya komkujiyê hertim li ser Kurdên Êzdî heye.

DAIŞê sala 2014an êrîşî ser Şengalê kir û bi tevkuştina hejamreka zêde ya Kurdên Êzdî, bi hezaran kes ji wan jî wek kole dîl girtin û li bazaran kirrîn û firotina wan kir.