DAIŞ`ê di mehekê da 142 carî êriş li navça Germiyana Iraqê pêk anîne
Ji ber zêdebûna liv û tevger û êrişên DAIŞ`ê bi taybet li bakurê Iraqê xelk û rayedarên navçê dilgiran bûne.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, berpirsê hêzên Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê li mêhwera Germiyanê li bakurê Iraqê li salvegera ragahndina serketina ser DAIŞ`ê li vî welatî li bara zêdebûna berbiçav a liv û tevegrên vê komê li vê navçê agahî da.
Sengavî raghand ku endamên çekdar ên DAIŞê rojê hin êrişan dikin ser hêzên iraqî li navçên curbicure bi taybet navça Germiyanê û navbera her du aliyan pevçûnên giran cih tên.
Wî her wiha got: Li nêzîkî mehekê, DAIŞê dest bi 142 operasyon û êrişên terorîstî kirine.
Vî rayedarê pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ser bi YNK destnîşan kir: A niha endamên DAIŞê kesên çekdar nînin ku wisa rehet jialiyê dewletê bên naskirin û heta piraniya wan ketine nav hêzên eskerî yên iraqî û ji aliyê din ve li hin navçên kêşe li ser jî endamên DAIŞê gefê li kurdan dixwen.