Kanûn 10, 2018 16:21 Asia/Tehran
  •  Heşda Şebî sipasiya rola Îranê û Hizbullaha Lubnanê li serketina li hember DAIŞ`ê kir

Cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iraqê ji rola Komara Îslamî ya Îranê û Hizbullaha lubnanê li şerê li dijî DAIŞê sipasî kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Ebûmehdî El-Muhendes, cîgirê serokê Heşda Şebî roja duşemiyê bi munasibeta  yekim salvegera  serketina eskerî ya Iraqê ser koma terorîstî ya DAIŞ`ê bi daxûyaniyekê serketina Iraqê ser DAIŞ`ê roja serketina  viyana gel ser terorîstan û hemî alîgirên  navçeyî û navneteweyî yên wê bi nav kir.

 Ebû Mehdî El-Muhendis bal kişand ser vê yekê ku  piştgirî û piştgiriya Komara îslamî ya Îranê û Hizbullaha Lubnanê ji gelê Iraqê li şerê li hember DAIŞ`ê, nayê jibîrkirin û destnîşan kir: Ayetullah seyd Elî Sîstanî merceyê  pilebilind ê olî yê Iraqê jî  bi fetwaya cîhadê kefayî bona rawestana li ber DAIŞ`ê li sala 2014`an  bû sedema azadkirina hêzên  gelê Iraqê.

Ayetullah seyd Elî Sîstanî piştî êrişa DAIŞ`ê ser Iraqê û  sernixûnbûna Mûsilê li sala 2014`an , fetwaya cîhada kefayî raghand ku li encama wê nêzîkî 1 milyon  iraqî bona ku tevlî parêzvan û hêzên çekdar ên  Iraqê bibibn, seredana  navendên eskerî kirin. Vê fetwayê rewş bo pêkanîna  Heşda  Şebî ya Iraqê xweş kir.

 Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê jî bi munsibeta  yekim salvegera  serketina  ser koma  terorîstî ya DAIŞ`ê got: Gelê Iraqê dê tu carî îznê nede ku welatê wan bibe navend  an derbasgeha  terorîstan li navçê.

 Heyder Ebadî serokwezîrê berê yê Iraqê 10 kanûna 2017`an  serketian eskerî ser koma  terorîstî ya  DAIŞ`ê raghand.