Kanûn 09, 2018 18:20 Asia/Tehran
  •  Wezareta bername û bûdca Iraqê: Sedî 13ê gelheya Iraqê li Herêma Kurdistanê de rûdinên

Wezareta bername û bûdca Iraqê bi raghandina hejmara gelgeya vî welatî, bal kişand ser zêdebûna nifûsê li sala 2018`an û gelheya Herêma Kurdistanê sedî 13 ê nifûsa gişt Iraqê raghand.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, ji zarê NRT`yê, li amara ku ji aliyê  Wezareta bername û bûdca Iraqê va hatiye ragihandin, hatiye ku  gelheya  vî welatî tevî hebûna  şêr û qeyranê, zêde bûye û li sala 2018`an  gihêştiye 38 milyon û 124 hezar û 182 kesî û bajarê Bexdayê jî xwediyê nifûsa herî zêde  li nav bajarên vî welatî ye.

 Li gorî vê amarê, nifûsa mêran ji jinan zêdetir e û li halekê ku mêr 19 milyon û 261 hezar û 253 kes in, jinên iraqî 18 milyon û 862 hezar û 929 kes bi qasî sedî 49 ê nifûsa Iraqê ne.

 Li gorî vê amarê, nifûsa Iraqê, wek nifûseke  ciwan  tê hesabê û 30 milyon û 740 hezar kes ji nifûsa vî welatî kesên bin 40 salan  pêk tînin.

 Wezareta bername û bûdca Iraqê hejmara  nifûsa Herêma Kurdistana Iraqê, 5 milyon û 300 hezar û 592 kes bi bi qasî  sedî 13ê gişt  nifûsa Iraqê raghandiye û texmîn kiriye ku hejmara  nifûsa herêmê heya sala 2020an  bighêje 6 milyon kesî.

 Li gorî vê amarê, Silêmanîye bi hebûna  2 milyon û 162 hezar û 279 kesan, nifûsa herî zêde li nav  parêzgehên  Herêma Kurdistanê heye û piştî vê parêzgehê, Hewlêrê bi 1 milyon û 292 hezar û 279 kesî duwem  parêzgeh û Dihok bi milyonek û 292 hezar û 539 kes nifûsê sêwem parêzgeh ji babet hejmara  nifûsê tê hesabê.

 Bi giştî 26 milyon û 630 hezar kes ji xelkê Iraqê nifûsa bajarî û 11 milyon û 500 hezar kes nifûsa gundan pêk tînin.