Kanûn 09, 2018 08:06 Asia/Tehran
  • Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê: Derfirotina berhemên billî niftê yên Îranê îsal dê bigihêje 9 miliyar dolarî

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê roja Şemiyê got: Bihayê derfirotina berhemên ne niftî yên Îranê bo Oraqê heta dawiya sala 1397an a Koça Rojî dê bigihêje 8.5 heta 9 miliyar dolarî.

Li gorî rapora IRNAyê, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, Îrec Mescidî li civîna berpirsên saziyên çandî yên Komara Îslamî ya Îranê yên bicihbûyî li Iraqê bi gotina vê yekê ku pêwendiyên Têhran û Bexdayê di mehên dawî da ber bi zêdebûnê bûye, got: Asta derfirotina gaza Îranê bo Iraqê ku pêştir 12 miliyon Mitra Kûp di rojê da bû, niha gihîştiye 20 miliyon Mitra Kûp di rojê da.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê got: Lihevkirinin baş tev aliyê iraqî ji bo zêdekirina zêdetir û bibandortir a çalakiya abûrî ya Îranê li bazara Iraqê pêk hatine ku bi zûtirkê dê bandora wan were dîtinê.

Li gorî amara fermî, pişk û para Îranê li warê derkirrîna Iraqê heta niha derdora sedî 7ê ye ku li gorî baweriya karzanan, hevseng digel pêwendiyên siyasî û hevpariyên çandî û dînî û danûstandinên berfireh ên civakî û dirêjahiya sînorên du welatan nîne.