Kanûn 08, 2018 17:31 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî iraqî: Bila hêzên leşkerî yên Iraqê leşkerên Tirkîyê ji axa welêt derxin

Parlimanterê Hevalbendîya Jinûveavakirinê li Meclisa Iraqê pêgirî kir ku hebûna leşkerên Tirkîyê li axa Iraqê hîç delîleke rewa tineye û dîyar kir ku dewleta Iraqê divê heta bi saya hêzên leşkerî, hêzên tirk ji axa vî welatî derxe.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Parlimanterê Hevalbendîya Jinûveavakirinê li Meclisa Iraqê Mensûr Bueycî di daxûyanîyekê de derbarê hebûna leşkerên Tirkîyê li axa Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî ji wan li sînorên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê û devera Beişîqê li bakura Iraqê da pêgirî kir ku hebûna leşkerên tirk li axa Iraqê, binpêkirina serwerîya vî welatî ye û hîç hegereke rewa ya wê tineye û nayê qebûlkirinê.

Wî parlimanterê Hevalbendîya Jinûveavakirinê di vê daxûyanîyê de ji dewleta Iraqê xwest ku li hemberî vî karê Tirkîyê sist nebe û bêdengîya xwe bişkêne û helwesteke ciddî nîşan bide.

Mensûr Bueycî pêgirî kir ku hêzên tirk bi heceta têkoşîna li hemberî partîyeke kurdan a dijberê dewleta vî welatî derbasî axa Iraqê bûne lê, pêngavrakirina di vî warî da têkilîya wê bi dewleta Iraqê ra heye û hêzên Tirkîyê ku ji 3 salan berî niha ve bi heceta şerê dijî DAIŞ`ê derbasî Iraqê bûne, îzneke bi vî rengî li axa Iraqê tinene.

Wî herwiha bi bîr xist ku Iraqê bi saya hêzên xwe DAIŞ` têk bir û divê bi leşkerên xwe dest bi derxistina leşkerên Tirkîyê ji axa xwe bike û leşkerên tirk nabe heta rojekê jî li axa Iraqê bimînin.