Kanûn 07, 2018 15:58 Asia/Tehran
  • Lihevkirina desteya serokatiya parlimanê  û partiyên Iraqê ji bo dayîna dengê baweriyê bi dewleta Evdilmehdî

Partiyên Iraqê û desteya serokatiya Parlimana Iraqê ji bo dayîna debngê baweriyê bi dewleta Evdilhemdî li hev kirin.

Hevpeymaniya Fethê qala hebûna lihevkirina seretayî navbera partiyên siyasî li Iraqê tev desteya serokatiya meclisa nûneran ji bo kemilandina kabîneya nû û dengê wan ê baweriyê bo wê li civîna tê ya meclisê kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Hesen Şakir nûnerê hevpeymaniya Fethê li meclisa Iraqê li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyana  Itcahê ra got: Lihevkirineka seretayî navbera partiyên siyasî yên Iraqê tev desteya serokatiya meclisa nûnerên vî welatî derbarê kemilandina kabîneya Adil Evdilmehdîyê serokwezîrê Iraqê û dengê baweriyê bo wê li civîna roja Yekşemiya tê pêk hatiye.

Şakir pêşbînî kir ku qeyrana kabîneya Adl Evdilmehdî bi dengê baweriyê bo wê li civîna tê ya meclisa nûneran bêyî guhertina berendamên partiyan were çareserkirin.