Kanûn 06, 2018 17:06 Asia/Tehran
  • Serokê Tîma Peydakirina Rastiyê ya (NY): Lêkolînên navneteweyî derbarê cinayetên DAIŞê li Iraqê dê ji estpêka Nîsana 2019an va dest pê bibin

Serokê brîtanyayî yê Tîma Peydakirina Rastiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) qala hewldana ji bo destpêkirina lêkolînên navneteweyî têkildarî cinayetêîn terorîstên DAIŞê li nav axa Iraqê di destpêka Nîsana sala bê da kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kerîm Esied Ehmed Xan, parêzerê brîtanyayî yê pispor di warê Mafên Mirovan û Serokê Tîma Peydakirina Rastiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji Havîna derbasbûyî va dest bi berhevkrina belgeyên têkildarî cinayetên DAIŞê kiriye, bi bîr xist ku lêkolînên vê rêxistinê têkildarî cinayetên endamên vê koma têrorîst li nav axa Iraqê dê ji destpêka sala 2019an va dest pê bibin.

Vî parêzerî brîtanyayî di axaftinekê da ji bo nûnerên welatên endamê Konseya Ewlehiyê ya NY li vî warî da got: Tîma peydakirina rastiyê amadekariyn xwe li Iraqê bi armanca destpêkirina çalakiyên lêkolînî di destpêka Nîsana 2019an da didomîne.; Cihanîna çalakiyên lêkolînî dê girêdayî bi hevkarî, piştevanî û pêbawerya tevahiya aliyên civata Iraqê be.

Ev di rewşekê da ye ku endamên Tîma Peydakirina Rastiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi serokatiya Xan, ji meha Tebaxa bihurî va heta niha mijûlî berhevkirina belgeyên cinayetên DAIŞê li Irqê ne û Amerîkayê jî soz daye ku du miliyon dolarî ji bo piştevaniya ji hewildana wan terxan bike.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha zêde ji 200 gorên komkî pêkhatî ji 12 hezar leşan li nav axa Iraqê hatine dîtin û li gorî daxwaza vî welatî jî Konseya Ewlehiyê ya NY di sala bihurî da bi hemî dengên endamên xwe, biryarnameyek pesend kir ku rê ji bo pêkanîna lêkolînan bi armanca darizandina endamên DAIŞê ji ber pêkanîna cinayetan, xweş dike.