Civîna serokên sê saziyên Iraqê derbarê damezirandina dewleta nû
Li civîna serokên sê saziyên Iraqê, li ser pêwîstiya berxwegirtina riya qanûnî ji bo kemilandina kabîneya dewleta nû ya Iraqê û destpêkirina xebata dewletê pêgirî hat kirinê.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey qewimîna nakokiyên siyasî navbera partî û tevgerên iraqî lis er berendamên bidestxstina 8 wezaretên mayî yên dewleta Adil Evdlmehdîyê serokwezîrê nû yê Iraqê ku bûye sebeba rawestîna demkî ya damezirandina dewletê û civînên parlimana vî welatî ji bo dayîna dengê baweriyê bo berendamên bidestxistina van postan hatine rawestandin, civînek navbera Berhem Salih serokoamrê, Mihemed Helbûsiyê serokparleman û Adil Ebdulmehdî serokwezîr, wek serokên sê saziyên vî welatî hat lidarxistin.
Malpera fermî ya serokomarê Iraqê li vî warî da ragihand ku li vê civînê rewşa siyasî, abûrî û ewlehiyê ya Iraqê hat vekolandin û aliyên beşdar li civînê destnîşan kirine ku divê riyên qanûnî ji bo kemilandina kabîneya nû û damezirandina dewleta Iraqê bên berxwegirtn.
Berhem Salih li vê civînê daxwaza wêdadayîna nakokiyan ji aliyê partiyên iraqî û xwedûrkirina ji devûjeniyên navbera partiyan û parastina yekîtiya neteweyî û destkeftên Demokrasiyê li vî welatî kir.
Hêjayî gotinê ye ku zêdetirîn nakokî navbera partiyên sereke yên Iraqê li ser bidestxistina wezaretên Berevanî, Karên Hundir û Dadweriyê li dewleta nû ne.