Kanûn 05, 2018 17:29 Asia/Tehran
  • Malikî dewama nakokiyên li ser kemilandina kabîneya Iraqê xeternak dan zanîn

Birêvebirê gişût ê Partya El Deiwe ya Îslamî ya Iraqê, pêkhatina nakokî û kêşeyan li Parlimana Iraqê û şikesta li kemilandina taxima dewleta vî welatî bixeter dan zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê Sûmeriye News`ê, Nûrî Malikî, rêvebirê giştî yê Partya El Deiwe ya Îslamî ya Iraqê, hemî komên siyasî yên Iraqê vexwendin ku nakokiyan wêde bibin û hewl bidin ku kabîneya Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê Iraqê bikemilînin.

Biryar bû Meclisa Iraqê duh dengê xwe bide 8 wezîrên mayî yên pêşniyarbûyî yên kabîneya Ebdulmehdî ku di navbera nûneran de devojenî derket û civîna dengdayînê ma bo pêncşemiya dahatî.

Li gorî raporên herî dawîn, du firaksiyonên Avakirin û Rêformê ku firaksiyonên mezin ên piştgirê dewleta Ebdulmehdî ne, li ser berbijarbûna Falih El Feyaz ji bo posta wezareta karên hundur li hev kirine lê Firaksiyona Saêrûn (bi serokatiya Muqteda Sedr) dijî wê derketine.

Li bara berbijarê wezareta berevaniyê jî tê gotin, Selîm El Cibûrî, serokê berê yê Parlimanê û Feysel El Cerba yek ji fermandeyên berê yên artêşa Iraqê, berbijarên herî navdar ên ji bo van postan in û hatiye lihevkirin ku sibê Parliman wê di vî warî de biryarê bide.