Kanûn 04, 2018 17:41 Asia/Tehran
  • Rakirina hitmalî ya vîzaya Libnanê ji bo welatiyên iraqî

Wezîrê karên derve yê Libnanê qala hitmala rakirina vîzaya sefera bo vî welatî ji bo welatiyên iraqî kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezîrê karên derve yê Libnanê, Cebran Basîl ku di serê desteyeka bilind a siyasî sefera Bexdayê kiriye, roja Sêşemiyê li hevdîtina tev Adil Evdilmehdiyê serokwezîrê Iraqê got: Çûyîna welatiyên iraqî bo Libnanê tê hêsankiirn û bi zûtirkê vîzaya seferê jî dê were rakirina.

Serokwezîrê Iraqê jî tevî pêgiriya li ser xurtkirina pêwendiyên dualî, daxwaza hevdîtinan û nêzîkkirina helwêstên Bexda û Bêyrûtê kir.

Basîl her wiha tev Berhem salihê serokwezîrê Iraqê jî hevdîtin pêk anî û vexwendinnameya beşdariya li civîna geşatiya civakî û abûrî ya 2019an a welatên Ereb ku biryar e l Bêyrûtê were lidarxistin, radest kir.

Wezîrê karên derve yê Libnanê biryar e tev Mihemed El Helbûsî serokparliman, Mihemed Elî El Hekîm wezîrê karên derve  û Luîs Sakû Osqufê dêyra Katûlîk a keldanî li Bexdayê jî hevdîtin û gotûbêj kir.