Kanûn 04, 2018 14:21 Asia/Tehran
  • Dîtina hezaran meyt li Mûsilê

Komîsarya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Iraqê diyar kir ku çar hezar û 657 meyt ji xerabe û kawiliyên bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nonewayê li bakura Iraqê piştî azadbûna vî bajarî ji bin destê DAIŞê heya niha hatine dîtin.

Kanala Al-Alamê ragihand ku Komîsarya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Iraqê duh bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir: Tîma hawargihandin û rizgarkirinê ya parêzgeha Nonewayê zêde ji  çar hezar û 657 meyt ku nasnameya du hezar û 665ê wan diyar bûye heya 6 Mijdara 2018 ji bin kawilî û gornên komî derxistine. Hîn nasnameya hezar û 992 meytan jî diyar nebûye.

Komîsarya Bilind û Serbixwe ya Mafên Mirovan a Iraqê herwiha diyar kir ku hîn maynên mayî û bombeyên mayî yên dewrana serdestiya DAIŞê ji canê xelkê re bûne taluke, loma pêwîst e hikûmet zûka deverê ji van bombe û maynan û şûn û eserên mayî yên DAIŞê paqij bike.

Artêşa Iraqê li Tebaxa 2017 bajarê Mûsilê û li Kanûna wê salê jî deverên din ên Iraqê ji wicûda koma terorîst a DAIŞê paqij kir.