Kanûn 02, 2018 17:50 Asia/Tehran
  • Rexnekirina sefera sefîrê Tirkiyê  ya Kerkûkê

Endamê Konseya Parêzgeha Kerkûkê, seredana sefîrê Tirkiyê bo Kerkûkêwek mudaxileya li karûbarên vê parêzgehê da zanîn û bi tundî ew rexne kir.

Endamê Konseya Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî, seredana sefîrê Tirkiyê Fatih Yildîz bo Kerkûkêwek mudaxileya li karûbarên vê parêzgehê da zanîn û bi tundî ew rexne kir.

Vî endamê Konseya Parêzgeha Kerkûkê got: Tirkiye bi kiryarên wiha wer nîşan dide ku xwediyê Kerkûkê ye û ji ber vê yekê jî hertim li karûbarên parêzgeha Kerkûkê mudaxile dike.

Roja înê sefîrê Tirkiyê sefera Kerkûkê kir û çû serdana bazara vî bajarî ya ku di nav agir de şewitîbû û desnîşan kir ku ev bazara berhemeke dîrokî ya dewrana Empratoriya me ya Osmanî ye û Tirkiye wê vê bazarê ji nû ve ava bike û ziyan û xisara li dikandarên vê bazarê ketine wê bicebirîne.

Sefîrê Tirkiyê li sefera xwe ya berê jî Kerkûk parek ji Tirkiyê dabû zanîn ku gotinên wî rastî rexneyên zav ji aliyê iraqiyan hatibû.

Li vê navberê de berpirsekî Bereya Tirkmanî ku li bin bandora Tirkiyê ye û rê ji bo mudaxileyên wiha yên Tirkiyê vedike, îdia kir ku sefera sefîrê Tirkiyê û gotinên wî ne mudaxileya li karûbarên parêzgeha Kerkûkê ye, belkî Tirkiye bi vê kiryarê peyama biratiyê û jiyana bi hev re dide xelkê Kerkûkê .