Kanûn 01, 2018 16:13 Asia/Tehran
  • Jinavbirina bombeyên bicihmayî ji DAIŞê li parêzgeha Enbara Iraqê

Hêzên ewlehyê yên Iraqê 83 bombeyên bicihmayî ji têîrorîstên DAIŞê li parêzgeha Enbarê li rojavaya vî weltî nas kirin û ji nav birin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Mehr Newsê, Artêşa Iraqê li operasiyona paqijkirina parêzgeha Enbarê, hejmareka têrorîstên tekfîrî yên DAIŞê jî şopandin û karî ku tekfîriyekî li Kampa Amiryê bigire.

Opreasiyona Lêgerînê û êrîşa li ser bermahiyên DAIŞê li bajarê Romadiyê, navenda parêzgeha Enbarê ji Cotmeha bihurî dest pê bûye.

Li gorî nûçeyeka din, Komeka jinên Êzdî yên goriyên cinayetên DAIŞê li Iraqê dil hene li dijî Kompanya fransî ya Lafaricê bi tawana dabînkirina malî ya têrorîstan dozê vekin.

Êmêl Klonî nûnerê parêzerên berevanê jinên Êzdî bi daxûyanyekê ku roja Şemiyê l Mêdyayên Iraqê hat weşandin, li ser şopandin û darizandina qanûnî ya DAIŞê û piştevanên vê koma têrorîst û dayîna diravê ziyanê  bo goriyên cinayetên wan pêgirî kir.

Koma têrorîst û tekfîrî ya DAIŞê li pey êrîşa berfreh li ser axa Iraqê di sala 2014an da derdora heft hezar jin û keçikên Êzdî dîl girtin û gellek cinayet ji wan destdirêjî, işkence û kirrîn û firotina li bazara koleyan, derheqê wan pêkl anîn.