Salih û Malikî: Bila Fraksayonên Parlimana Iraqê hevkarîyê bikin
Serokomarê Iraqê û Serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê ya vî welatî pêgirî li ser hevgirtina sîyasî ya Fraksyonên Parlimana nû ya vî welatî û hevkarî û hevdengîya wan kirin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, nivîsgeha Serokomarê Iraqê Berhem Salih di daxûyanîyekê da ragihand ku wî şeva buhurî li şarê Bexdayê di civînekê digel Serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî de alûgurên sîyasî û ewlehîyê yên vî welatî hilkolandin.
Berhem Salih di hevdîtina digel Malikî da pêgirî li ser girîngîya kemilandina kabîna dewleta nû ya Iraqê û hewildana ciddî ji bo dabînkirina mafên hemî welatîyan û pêkanîna daxwazên wan ji bo sûdwergirtina wan ji istiqrar, pêşketin û jîyana birûmet kir û bi bîr xist ku divê Fraksyonên Parlimanê ji bo bijartina kesên herîbaş bi merema cihanîna planên dewleta nû xwe bigihînin asteke berbiçav a hevgirtina sîyasî.
Serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê jî di vê hevdîtinê da pêgirî li ser pêwîstîya hevkarî û hevdengîya Fraksyonên Parlimana nû ya Iraqê û hereketa ber bi pêş ji bo bihêzkirina pergala dêmokiratîk li vî welatî û raberkirina xizmetên herîbaş ji bo welatîyan di qonaxa bê de kir.