Mijdar 20, 2018 10:39 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm bû serokê Hevpeymaniya Reform û  ji nû ve Avakirinê ya Iraqê

Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê seyd Emar Hekîm bû serokê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ya vî welatî.

Malpera nûçeyan ya Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê duh êvarê diyar kir ku seyd Emar Hekîm bû serokê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ya vî welatî, lê belê ser vê meselê ti hûrgiliyek neweşand.

Piştî hilbijartinên parlemanê li Iraqê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ji sê hevalbendiyên wek Sairûn bi serokatiya Muqteda Sedir, Hevalbendiya Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî û Tevgera Hikmetê bi serokatiya Emar Hekîm pêk hat.

Li hemberî vê yekê Hevpeymaniya Avakirinê ji du hevalbendiyên wek Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî û Hevalbendiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî pêk hat.

Hevpeymaniyên hanê ji ber hebûna dijberiyên zav li ber serokwezîriya dubara ya Heyder Ebadî, li ser serokwezîriya Hadî Ebdulmehdî li hev kirin.