Mijdar 18, 2018 18:01 Asia/Tehran
  •  Serokkomarê Iraqê: Em bi micidî bona xurtkirina peywedniyan bi Îranê re hewl didin

Serokomarê Iraqê destnîşan kir: Welatê wî bi micidî bona xurtkirina peywednî û hevkariyên aborî bi Komara Îslamî ya Îranê re hewl dide.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê îro yekşemiyê li twîtera xwe nivîsî: Peywendiyên  dîrokî û  kûr ên civakî û çandî, Îran û Iraqê bi hev re girê didin.

  Serokomarê Iraqê her wiha got: Iraqê bi peywendiyên  taybet ku bi welatên  îslamî yên cînar û erebî re heye dê bibe mêhwereke  bingehîn bona pêkanîna  rêxistineke  navçeyî li gor parastina  hurmeta hakimiyeta neteweyî  û hevdengiya aborî, Rêxistina ku dawiyê bide pevçûnên  bêhûde û pûç li navçê.

 Berherm Salih serokomarê Iraqê li sefera  xwe ya navçeyî roja şemiyê seferaTêhranê  kir û bi rêberê giranqed rê Inqilaba Îslamî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, sekreterê konseya bilind  a ewlehiya  neteweyî, serokê parlemanê û wezîrê karên derve yê Îranê hevdîtin  pêk anî û li bara  meselên curbicur  gotûbêj kir.

 Serokomarê Iraqê beriya sefera Têhranê, sefera welatên Îmarat, Kuwet û Urdinê kiribû.