Mijdar 13, 2018 18:00 Asia/Tehran
  • Xwesteka ji bo kivşkirina çarenivîsa navçeyên kêşeliser ên Iraqê

Nûnerê Tevgera Goranê li Meclisa Iraqê ragihand ku 53 parlimanterên meclisê bi awayekî fermî dixwezin ku xala 140`an a qanûna bingehîn a Iraqê ji bo diyarkirina çarenivîsa navçeyên kêşeliser ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, cih were.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Kawe Mihemed, ragihand ku 53 parlimanterên Iraqê bi komkirina îmzeyê li parlimanê û raberkirina daxwazê bû taxima serokatiya Meclisê, xwestine ku xala 140`an a qanûna bingehîn a Iraqê ku li ser kivşkirina çarenivîsa navçeyên kêşeliser ên di navbera Hewlêr û Bexdayê da ne, were cihanîn.

Parlimanterê Tevgera Goranê li Meclisa Iraqê herwiha got: van nûneran li daxwaza ku îmzeya 53 parlimanteran li binî da ye û anegorî xala 71`an a manîfêsta navxweyî ya Meclisê, xwestine ku komîteyeka taybet li Meclisê ji bo şopandina karûbarên li ser cihanîna xala 140`an a qanûna bingehîn pêk were.

Xala 140`an a qanûna bingehîn a Iraqê bi pêkutiya Kurdan di sala 2004`an de li nav qanûna bingehîn a vî welatî hate danîn û têkildarî kivşkirina çarenivîsa van navçeyan e ku ketine ber siyaseta Teirîbê ya Rejîma Beis  a Sedam û Kurd van navçeyan navçeyên kurdistanî didin zanîn.

Anegorî vê qanûnê divê çarenivîsa navçeyên kêşeliser ku dewleta Iraqê îdia dike desthilatdariya wê li ser wan e û Kurd hes dikin ev navçe tevlî Herêma Kurdistanê bibin, ji rêya lidarxistina serhejmarî û giştpirsiyê ji xelkê wan kivş bibe lê ji sala 2004`an ve heya niha li ser cihhatina vê xalê gelek kêşe hebûne û tu yek ji dewletên Iraqê naxwestine ku ew xala qanûnê cih were.