Hizûra Îranê li nîşangeha navnetewî ya Bexdayê
Dewra 45-an a nîşangeha navnetewî ya Bexdayê bi pişkdariya kompaniyên Komara îslamî ya Îranê û 17 welatên cîhanê destpê bû.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dewra 45-an a nîşangeha navnetewî ya Bexdayê îro şemiyê bi pişkdariya kompaniyên Komara îslamî ya Îranê û 17 welatên cîhanê destpê bû û Îrec Mescidî baylozê Komara îslamî ya Îranê li Iraqê jî pişkdariya vê rêûresmê kir û qurfeyên taybet ên kompaniyên îranî bi hizûra wî xebata xwe destpê kirin..
Nasir Bêhzad berpirsê karûbarên ticarî li baylozxaneya Îranê li Bexayê jî li vê nîşangehê got: 53 kompaniyên îranî li pişkên curbicur ên vê nîşangehê pişkdar in.
Dewra 45-an a nîşangeha navnetewî ya Bexdayê ji îro şemiyê bi pişkdariya 17 welatên cîhanê ji wan Komara îslamî ya Îranê, Sûriye, Fransa, Alman , Spaniya, Mecaristan, Pakistan, Hindûstan, Urdin, Misr, Filistîn û Tûnisê û zêde ji 20 saziyên xwecî û nîzikî 700 kompaniyên ku li babetên curbicur dixebitin destpê bû.
Welatên derdora Kendava Farsê pişkdariya vê nîşangehê nekirin.