Mijdar 10, 2018 18:44 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Manê û berbendên zav li ser riya cihhatina projeyên sermayedanîna nav Iraqê hene

Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser xebata dewletê bona geşatiya abûra vî welatî û destnîşan kir: Manê û berbendên zav li ser riya cihhatina projeyên sermayedanîna nav Iraqê hene.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê li gotinên xwe yên îro şemiyê li rêûresma destbikarkirina nîşangeha navnetewî ya Bexdayê bal kişande ser pêwîstiya çêbûna mijara baş bona sermayedanîna li nav Iraqê û îcrabûna projeyên curbicur li Iraqê û ragihand: Yek ji pilanên sereke yên dewletê pêşxistina geşatiya abûrî ye.

Ebdulmehdî bal kişande ser viya ku hîn jî mane û berbendên li ser riya cihhatina projeyên sermayeguzariyê li nav Iraqê hene ragihand ku pişkdariya hemûyan li projeya jinûveavedankirina Iraqê ser qazanca hemûyan e.

Wî got: "Şerê dijî terorîstan jêravahiyên Iraqê kavil kirine û Iraq bi tenê nikare li pilana jinûveavedankirinê ser bikeve û xebata me ya niha jî birêxistina ewlehiyê û îcrakirina qanûnê ye û em qet hejî abûra tekhasilî nakin".

Dewra 45-an a nîşangeha navnetewî ya Bexdayê ji îro şemiyê bi pişkdariya 17 welatên cîhanê ji wan Komara Îslamî ya Îranê, Sûriye, Fransa, Alman , Spaniya, Mecaristan, Pakistan, Hindûstan, Urdin, Misr, Filistîn û Tûnisê û zêde ji 20 saziyên xwecî û nîzikî 700 kompaniyên ku li babetên curbicur dixebitin destpê bû.

Welatên derûdora Kendava Farsê pişkdariya vê nîşangehê nekirin.