Mijdar 10, 2018 17:58 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê wekî yekem seredan diçe welatên dorhêla Kendava Farsê

Serokomarê Iraqê sibê di çarçova yekem seredana xwe ya herêmê de wê here Kuweytê.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih biryar e ku sibê yekem seredana xwe ya navçeyî bi bersivdana li hemberî gazîkirina fermî ya rayedarên welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê destpê bike.

Li gorî daxûyanîya nivîsgeha serokomartîya Iraqê, Berhem Salih dê sibê wê seredanê ji Kuweytê destpê bike û paşê here Imaratê û ji wir va jî here welatên din ên ereb ên derdora Kendava Farsê.

Berî vîya Mîrê Kuweytê Sebah Ehmed Sebah Berhem Salih gazîkiribû welatê xwe.

Biryar e ku Berhem Salih di vê seredanê da bi rayedarên kuweytî re derbarê peywendîyên dualî û rêyên bihêzkirina wan de gotûbêjê bike.

Di daxûyanîya nivîsgeha serokomartîya Iraqê da hatîye ku ev seredana herêmî bi armanca ``bihêzkirina peywendîyên Iraqê û welatên ereb ên derdora Kendava Farsê û hevkarîyên hevpar`` pêk tê.