Mijdar 10, 2018 17:47 Asia/Tehran
  • Êrişa artêşa Iraqê ser pêgehên DAIŞ`ê li bakûra vî welatî

Artêşa Iraqê pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê kire hedefa êrişên xwe.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mehr Newsê, Qazî El-Ebar ji qumandên artêşa Iraqê îro şemiyê bal kişande ser operasiyona hevpar a hêzên bejayî û hewayî yên artêşê ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li girkên El-Etşane li bakûra rojavaya bajarê Mûsilê û got: Ev operasiyona ji bo jinavbirina paşmayiyên terorîstan û paqijkirina vê navçê ji terorîstan destpê bûye.

Pêncşemiya bihurî jî ji ber êrişa artêşa Iraqê dijî pêgehên terorîstan li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî 6 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.