Mijdar 10, 2018 11:08 Asia/Tehran
  • Şingal- Li dijî vegera rêvebirîya berê ya vî şarî xwenîşanadenk hat lidarxistin

Di çarçova şerê desthilatê di navbera Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê de, hejmarek niştecihên Êzidî ên vî şarî xwenîşandanek li dijî vegera berpirsên berê ser postên xwe li dar xistin.

Li gorî rapora Somerye News`ê, bi dehan kes ji niştecihên şarê Şingalê li bakura rojavaya Iraqê duh careka din neyarîya xwe li hemberî vegera berpirsên ser bi PDK`ê ser postên xwe li vî şarî xwenîşandanek li dar xistin.

Ev xwenîşandana di halekî de hat lidarxistinê ku hefteya buhurî jî li Şingalê xwenîşandanek li dijî vegera berpirsên birêvebirîya herêmî, civata bajêr û dezgehên ser bi wê ser postên xwe yên berê hat lidarxistin.

Seîd Bitoş serokê Tevgera Êzidîyan li hevpeyvîna digel Bexdad Al Yewmê got: Rêvebirîya berê ya şarê Şingalê wek sergêrekî ye ku di dema êrişê de zarokên xwe cî da hîştine, ew rêvebirîya qanûnî nîne belkî rêvebirîyeke hizbî ye û em li dijî wan rêvebiran in ku dewsa emekdarîya bo gelê Şingalê emekdarê PDK`ê ne.

Ji hêla din ve, Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl ser bi PDK`ê jî li hevpeyvîna digel Bexdad Al Yewmê got: Tevî ku biryara vegera rêvebirîya berê ji alîyê dewleta fêdêral û parêzgarîya Nêynewayê va hatîye dayînê, 50 endamên PKK`ê ku Heşdi Şeibîyê ew han dane, xwenîşandanek li dijî vegera me li dar xistin.