Mijdar 08, 2018 20:00 Asia/Tehran
  • Du serkirdeyên DAIŞ`ê li rojava Iraqê hatin kuştin

Şeş endam ji wan du serkirdeyên koma tekfîrî terorîstî ya DAIŞê di encama bomberana hewayî ya artêşa Iraqê de li parêzêgeha Enbarê li rojava vî welatî hatin kuştin.

 Li gorî rapora IRNA` yê, çavkaniyên ewlehiyê li fermandehiya  Heşda Şebî li parêzgeha  Enbarê ji El-Melûmê re gotiye ku  kesên hanê  wek karwanekî dema gihêştin  navça çola rojava li rojavaya  vê parêzgehê  ketin ber êrişê.

  Li encama vê êrişê ku li gorî raporên eseh ên îstixbaratî ci hat, her wiha çend trimbêlên terorîstan têk çûn. Li gor  raporeke din karmendekî wezareta bazirganiya Iraqê li parêzgeha  Diyalê li rojhilata Bexdayê ji ber bombeya li kêleka rê û teqîna  trimbêla  hilgirê wî, canê xwe ji dest da.

  Li nûçeyeke din hat raghandin ku  du endamên revyayî yê DAIŞê roja pêncşemiyê dema çûn yek  ji dayirên  bajarê Mûsilê li bakurê rojava  Iraqê, hatin destserkirin.

Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn jî hejmarek ji endamên vê koma terorîstî li navçên curbicure vî welatî de hene û bi awayekî berbilav  operasyonên terorîstî cih tînin.