Mijdar 07, 2018 20:21 Asia/Tehran
  • Evdilmehdî razî bû ku Wezareda Dadperwerîyê bidin kurdan

Yek ji parlimanterên berê yê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) idia kir ku serokwezîrê vî welatî razî bûye ku Wezareta Dadperwerîyê bidin kurdan.

Li gorî rapora Rusia Al Yewmê, Rêzan Şêx parlimanterê berê yê YNK`ê li parlimana vî welatî idia kir ku Adil Evdilmehdî serokwezîrê Iraqê razî bûye ku Wezareta Dadperwerîyê bidin kurdan û got: Me hin muzakire ji bo bidestxistina Wezareta Dadperwerîyê kirin û eva mafê me ye û Adil Evdilmehdî jî pêgirî ser wê kir û razî bû ev yeka bibe.

Wî herwiha pêgirî kir: Berbijarê me ji bo vê postê Xalid Şivan e û em hêvîdar in ku di rojên bê de hêjatîya wî li parlimanê were pejirandin. Di lîsteya ku Adil Evdilmehdî raber kiribû de Wezareta Dadperwerîyê dabûn Tevgera Mesîhî ya Babîlonê bi serokatîya Rîyan Kildanî yek ji rêvebirên Heşda Şeibî.