Wezîrê niftê yê Iraqê: Bexda dijberê her cure boykota Îranê ye
Wezîrê niftê yê Iraqê li hevdîtina balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê destnîşan kir: Iraq dijberê her cure boykota yekalî ya Emerîkayê li dijî Îranê ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Samir El- Xezban, wezîrê niftê yê Iraqê roja çarşemiyê li hevdîtina Îrec Mescidî balyozê Îranê li Bexdayê bal kişand ser vê yekê ku gelê Iraqê bi salan ji ber boykotê asteng bûne û got: Boykot dibin sedem gelek pirsgirêk ji xelkê re pêk werin.
El-Xezban her wiha bal kişand ser peywedniyên baş ên Îran û Iraqê li pişkên curbicur û destnîşan kir: Bexda daxwaza berfirehkirina peywendiyên her du welatan li hemî waran bi taybet pişka enerjiyê dike.
Mescidî jî bijartina Xezban wekî wezîrê nû yê petrola Iraqê pîroz kir û amadetiya balyozxana Îranê li Bexdayê bona pêkanîna rewşê bo berfirehkirina giştalî ya peywendiyan bi Iraqê bi taybet li pişka nift û enerjiyê raghand.
Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê jî roja sêşemiyê boykotên yekalî yên Emerîkayê li dijî Îranê rexne kir û teqez kir ku Bexda dijberê boykotên Emerîkayê li dijî Îranê ye û dê van boykotan neşopîne.
Boykotên zalimane yên Emerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê rastî berteka tund a kom û kesayetiyên iraqî hatiye.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê 8 Gulana 2018` an dreketina Waşengtnê ji rêketina navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê li di dewrên 90 rojî û 180 rojî raghand.
Dewra ewil a van boykotan ji 7 Tebaxê û dewra dudiyan jî 5 mijdara 2018` an bi fermî cih hat.
Dewleta Emerîkayê Piştî derketina ji rêketina navokî ji welatên cîhanê xwest ku wek beşek ji boykotên aborî li dijî Têhranê kirîna niftê ji Îranê bighînin sifrê. Piraniya welatên cîhanê, daxwaza parastin û berfirehkirina peywendiyên xwe bi Îranê re dikin.
Wezareta xizînedariya Emerîkayê hevgavê destpêbûna boykotên li dijî îranî îzn dye heşt welatan ji wan Koreya başûrî, Japonya, Îtalyayê ku kirîna nifta xwe ji Îranê bidomînin.