Mijdar 06, 2018 08:18 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Parastina Heşda Şeibî erka herî girîng a dewletê ye

Serokwezîrê Iraqê li civîna xwe ya digel fermandarên Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî), dewleta Iraqê erkdar kir ku hebûna vê rêxistinê biparêze û çavkaniyên malî ji bo piştgiriya ji wê dabîn bike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Farsê, Adil Evdilmehdî, serokwezîrê Iraqê roja Duşemiyê li hevdîtina bi Ebu Mehdî El Muhendis alîkarê serok û fermandarên din ên Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) destnîşan kir: Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) destkefteka dîrokî ji bo welêt e û hêza artêş, polîs û hêzên din ên servîsa ewlehiypê ya Iraqê zêde kiriye.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Hin alî hewil didin ku bêjin Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) demkî ye lê mayîna wê rêxistinê pêwîstiyek e.

Gotinên serokwezîrê Iraqê li halekî tên hilêxistin ku roja 31 Cotmehê, balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê bi daxûyaniyekê Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) wek mîlîtanên eşîretî da zanîn.

Li vî halî, Elîd El Sehlanî nûnerê parlimana Iraqê du destnîşan kir: Amerîka bi pêkanîna helahelaya mêdyayî li dijî Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî), li dû sînordarkirin û piştî wê jî li dû jinavbirina vê rêxistinê ye.

Welîd El Sehlanî ji Wezareta karên derve ya Iraqê xwest ku li dijî daxûyaniyên visa ku ji aliyê balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê va tên dayîn, derkeve û erka xwe derheqê berevaniya ji rêxistinên dewletî û gelanî yên welêt cih bîne.