Mijdar 05, 2018 18:20 Asia/Tehran
  • Endamên sereke yên koma têrorîst a vê dawîyê êrişî Kerkûkê kir hatin girtinê

Fermandeyê Hêzên Iraqî li Kerkûkê ragihand ku endamên komeke têrorîst a berpirs derheq teqîn û êrişên vê dawîyê li Kerkûkê hatin girtinê.

Li gorî rapora Bexdad Al Yewmê, Fermandeyê Plana Cihanîna Destûrê li Parêzgeha Kerkûkê, Genral Seid Mein îro di daxûyanîyekê de ragihand ku endamên komeke têrorîst a berpirs derheq teqîn û êrişên vê dawîyê li Kerkûkê ku 26 kes ji wan çend jin in, hatin girtinê.

Wî herwiha ragihand ku kesên hatine girtinê berpirsê hemî opêrasyonên têrorîstî û teqînên vê dawîyê yên li şarê Kerkûkê ne û pêgirî kir ku çend qawûşên teqandinê, bombeyên bidestçêkirî û çekên xefik digel 2 maşînên bombekirî û madeyên teqandinê li cihê mayîna wan têrorîstana hatine desteserkirinê.