Mijdar 05, 2018 08:28 Asia/Tehran
  • Li teqînên Bexdayê 8 kes hatin kuştin û 16 kes birîndar bûn

Li teqînên roja Yekşemiyê li nacvçeyên cûrbicûr ên Bexdaya paytexta Iraqê, herîkêm 8 kes hatine kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Yekem teqîn li nêzikî meydana Edenê ji derbasgehên sereke yên Bexdayê ber bi bajarê Kazimeynê li bakurê vî bajarî qewimî ku di encama wê da 2 welatiyên asayî hatin kuştin û çar kes jî birîndar bûn.

teqîna duyem li nêzikî cihên ticarî li taxa El Turasê li rojavaya Bexdayê qewimî ku di encama wê da pênc welatiyên asayî birîndar bûn.

Teqîna sêyem jî li taxa El Şuileyê li bakurê Bexdayê qewimî ku di encama wê da 2 kes hatine kuştin û 2 iraqî jî birîndar bûn.

Rayedarên polîsê Iraqê her wiha ragihandin ku bombeyek li nav erebeyeka rêwîhilgir a Venê li taxa El Hebîbiyê li rojhilata Bexdayê teqiya ku di encama wê da welatiyekî sivîl hat kuştin û 2 kees jî birîndar bûn.

Van rayedarana her wiha ragihandin ku bombeyeka din li taxa El Sedr li rojhilata Bexdayê teqiya  û di encamê da sê welatiyên asayî hatin kuştin û sê iraqî jî birîndar bûn.

Heta niha tu komekê berpirsiyariya van êrîşan negirtiye ustiyê xwe.