Cotmeh 20, 2018 20:24 Asia/Tehran
  • Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê li Necefê bi cih bûne

Berpirsê Heşda Şeibî li Necefa Eşref, ji bicihbûna hejmareka hêzên xwebexş ên vê rêxistinê li navçeyên curbicur ên vê parêzgehê bereberê Erbeîna Îmam Hisên (s) agahî da.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a AL ALAM`ê, Qasim El Xaqanî, berpirsê hêzên Heşda Şeibî li Necefa Eşref bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Hêzên xwebexş ên vê rêxistinê bona piştevaniya ji hêzên ewlehiyê û birêxistina meşa ziyaretkeran, raberkirina xizmetên pizişkî û tendurustiyê li navçeyên curbicur ên Necefa Eşref bicih bûne.

Xaqanî herwiha got: Hevdengiyên pêwîst ên ewlehiyê bi fermandetiya polîs û serwîsên ewlehiyê yên Iraqê ji bo hevkariya di çarçoveya xizmetguzariyê û piştgîriya ji zairan berdewam in.

30 hezar hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî ji bo dabînkirina ewlehî û tendirustiya ziyaretkerên Îmam Hisên (s) amade bûne.

20`ê meha Seferê ya sala 1440`an a Koça Heyvî beranberî 30`ê Cotmeha 2018`an, Erbeîna îmam Hisên (s), îmamê sêyemîn ê şîeyên cîhanê û hevrêyên wî yên emekdar li deşta Kerbelayê ye.

Bi mîlyonan ziyaretker ji sernaserî cîhanê di vê rojê de ji bo beşdariya li rêûrisma Erbeîna Îmam Hisên (s) derbasî bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê dibin.

Sala buhurî zêde ji du mîlyon ziyaretkerên îranî beşdarî merasima Erbeîna Îmam Hisên (s) li Kerbelayê bûn.