Çek û teqemeniyên têrorîstên DAIŞê li Bexdayê hatin vedîtin
Cotmeh 20, 2018 15:07 Asia/Tehran
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê qala vedîtina ambareka mezin a çejk û teqemeniyên têrorîstên DAIŞê li taxa El Tarimiyê li bakurê Bexdayê kirin.
Li gorî rapora malpera Sumiriyê, Li ambara çekan ku hatiye keşfkirin, hin madeyên teqemeniyê, bombeyên kêleka riyan û alavên din hene ku têrorstên DAIŞê ji bo cihanîna operasiyona têrorîstî ewna bi kar dianîn.
Li gorî nûçeyeka din, Artêşa Iraqê li gorî agahiyên deqîq û eseh ên hêzên ewlehî û istixbaratî li bereya operasiyonî ya Felûceyê, Ebu Hesen Anî, berpirsê têroran ê koma têrorîst a DAIŞê li bajarê Felûceyê girtin.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê tevahiya navçeyên vî welatî ji wan bajarê Felûceyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞê azad kirin.