Lîsteya wezîrên nû yên Iraqê dê bi vê zûtiyê biçe ber desdtê parlemana vî welatî
Cotmeh 18, 2018 17:09 Asia/Tehran
Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand ku li hefteya tê dê lîsteya wezîrên nû bona parlema vî welatî bêne şandin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Adil Ebdul-Mehdî li daxûyaniyekê ku li torên civakî yên wekî Facebookê û Tewtterê belav bû ragihand ku lîsteya wezîrên nû û pilanên her wezaretxaneyekê dê hefteya tê bigehêje destê parlemana Iraqê.
Duh çarşemê bingehekî siyasî ji Iraqê ragihandibû ku Adil Ebdul-Mehdî ji aliyên siyasî yên nav Iraqê xwestibû ku neqanûniyê nekin.