Cotmeh 17, 2018 17:51 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Iraq welatekî bingehîn bo kêmkirina nakokiyên navçeyî ye

serokkomarê Iraqê teqez kir ku welatê wî dê bibe meydanek bo hevkarî û hevhatina li gorî berjewendiyên hevpar ên navçeyî û navneteweyî.

 Li gorî apora ISNAyê, û ji zarê Someriye Newsê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê li pêvajoya pêşewaziya ji seferên  welatên erebî û Îslamî, destnîşan kir: Iraq welatekî bingehîn e û erka kêmkirina  pirsgirêk û nakokiyan û herwiha qahêmkirina  peywedniyên  hevhatinê li navçê heye.

 Salih li vê hevdîtinê helbet ji balyozên  welatên erebî û îslamî xwest ku bila barê nakokiyên  navçê nexin  istûyê Iraqê.

  Wî di dewamê de ser giringiya berfirehkirina peywedniyên  kêrhatî tev welatên  dost bi awayekî kêrhatî teqez kir ku berjewendiyên  her du welatan   dabîn bike.

  Berhem Salih destnîşan kir ku peywedniyên dîrokî ku ji xurt û qahêmbûna  peywedniyên  welatên erebî û Îslamî li navçê pêk tê  vê îmkanê dide navçê ku roleke giring û bingehîn li muadileyên  navneteweyî bilîze. 

Serokkomarê Iraqê  her wiha teqez kir: Iraqê li peywedniyên xwe tev hemî welatan ser çavdêriya berjewendiyên  hevpar,  mudaxilenekirina li karûbarên  navxweyî û  bê alîbûnê teqez dike.

 Wî di dewamê de her wiha got: Helwestên  navxweyî yên Iraqê li hember dosiyên  navçeyî û navneteweyî  naguherin.