Gorneke din a komkî ya Kurdên Êzidî li Nêynewayê hate peydakirinê
Gorneke din a komkî ku meytê 18 Kurdên Êzidî yê gorîyê cinayetên DAIŞ`ê ji wan Êzidîyên gundê Koço têda bûn, li parêzgeha Nêynewayê hate peydakirinê.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, ew gorna komî ya Kurdên Êzidî li herêma Telefer nêzîkî gundê Kesir Mêhrabê li parêzgeha Nêynewayê hatîye peydakirinê.
Li gorî raporan, meytê 18 Kurdên Êzidî di wê gornê de bûne û nasnama 8 kes ji wan ku niştecihê gundê Êzidînişîn ê Koço ser bi Şingalê ne, hatine naskirinê.
Raid Fellah endamê Komîta Lêkolîn û Komkirina Belgeyên Komkujîya Êzidîyan ji malpera fermî ya PDK`ê re got ku heta niha 69 gornên komkî yên Kurdên Êzidî û 2 gornên komkî yên welatîyên şîe yên vê herêmê li parêzgeha Nêynewayê hatine peydakirinê.
Wî herwiha got ku Komîta Lêkolîn û Komkirina Belgeyên Komkujîya Êzidîyan berî vîya hin agahî derbarê kuştina 17 welatîyên Êzidî bi destê DAIŞ`ê li vê herêmê wergirtibûn lê, wê agahî derbarê vekirina vê gorna komkî de tinene.
Wî ragihand ku vekirina gornên komkî yên Kurdên Êzidî û kivşkirina nasnama gorîyan û tomarkirina belgeyên pêwîst erkên dewleta Iraqê ne lê, Bexda di vî warî de qusûrîyê dike û xwest ku hemî alî hevkrîyeke giştalî di vî warî de bi Kurdên Êzidî re bikin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê di Tebaxa sala 2014`an de êrişî herêma Êzidîyan ji wan Şingalê kir û tevî komkujîyeke berfire nemaze li gundê Koço, bi hezaran Kurdên Êzidî di serî de jin û keçên Êzidî wekî kole girtin û revandin.