Cotmeh 14, 2018 16:02 Asia/Tehran
  • Daxwaza Berhem Salih bo damezrandina dewleta giştalî ya neteweyî li Iraqê

Serokkomarê Iraqê daxwaza damezrandina dewleta giştalî ya neteweyî bo gîhandina xizmetêzn zêdetir bo gelê vî welatî kir.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Al-Alam`ê, Berhem Salih serokomarê Iraqê li merasima  salvegera damezrandina  meclisa bilind  a Îslamî ya vî welatî ji Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê xwest ku bila cuda ji her cure par û pişkan, daxwaziyê xelkê cih bîne.

 Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana Iraqê jî hevdeng bi daxwaza Berhem Salih daxwaza pejirandina hin qanûnan kir ku bona derketina  ji pisrgirêkên welêt ji aliyê nûnerên parlemana  Iraqê ve were piştrastkirin.

 Berhem Salih serokkomarê Iraqê, sêşemiyê 2 Cotmehê, bi fermî Adil Ebdulmehdî kir berpirsê damezarndina  kabîna nû ya vî welatî.

 Divê serokwezîrê nû li mehekê de wezîrên kabînê ji parlemanê re bide nasandin.