Cotmeh 13, 2018 17:52 Asia/Tehran
  • Dijayetiya fraksiyonên kurdistanî yên Parlimana Iraqê digel bûdceya 2019an a vî welatî

Alîkarê serokê parlimana Iraqê ragihand ku fraksiyonên kurdistanî yên parlimana Iraqê li dijî bûdceya sala 2019an a Iraqê derketine.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Beşîr Hedad li hevpeyivîna bi malpera fermî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê da got ku parlementerên kurd li parlimana Iraqê nerazîtiya xwe li hemberî bûdceya sala 2019an a vî welatî diyar kirine û wê yekê napejirînin û li ser pêwîstiya guhertina wê pêgiriyê dikin.

Alîkarê serokê parlimana Iraqê destnîşan kir ku bûdceya sala 2019an a ku radestî desteya wezîran hatiye kirinê bi nêrîna parlementerên kurd neqanûnî ye; Ji ber ku para Herêma Kurdistanê li bûdceyê hatiye kêmkirin û sedî 12,67ê bûdceya Iraqê bo Herêma Kurdistanê hatiye terxnkirin; ji ber vê yekê kurd li dijî wê derketine.

Endamê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê amaje pê kir ku îro civîna parlimanê ji bo diyarkirina komîsiyonên parlimanê tê lidarxistin û kurd ji bo endamtiya li komîsiyonên ku biakrin bi riya wan berjewendiyên parlimanê dabîmn bikin, hewl didin.

Ji aliyê dn va Ehmed Hacî Reşîd nûnerê Komela Îslamî li parlimana Iraqê destnîşan dike ku Partya Dêmokrat û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê wek partiyên serdest li Herêma Kurdistanê di mehên bihurî da bi caran desteyên xwe ji bo gotûbêja li ser bidestxistina desthilat û postan li dewleta Iraqê şandine Bexdayê û niha jî divê desteyeê j bo berevaniya ji maf û pişk û para Pêşmergeyan û gelê Herêma Kurdistanê ji Bûdceya Iraqê bişînin Bexdayê û rê li ber pesendkirina bûdceya Iraqê bi vanb şert û mercan bigirin.