Cotmeh 12, 2018 13:47 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê di navbera polîsê federal û DAIŞê de şer derket; 4 kes hatin kuştin

Li Kerkûkê di navbera polîsê federal û terorîstên DAIŞê de şer derket û di encamê de 3 terorîstên DAIŞê û polîsek hatin kuştin.

Li navçeya Hewîce ya Kerkûkê di navbera polîs federal û çekdarên DAIŞê de şer derket. Li gor agahiyên berdest di encama wî şerî de 3 çekdarê DAIŞê û polîsek hatin kuştin.

Herwiha li devera Bexda di êrişeke bombeyî de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Iraqê berî niha gelek caran ragihandiye ku DAIŞ li Iraqê haiye jinavbirin, lêbelê terorîstên DAIŞê li ser êriş û tevegerên xwe yên perate li wî welatî berdewam in. Hîn jî li hin deveran veşargehên wan hene û carcaran dest davêjin êrişên xwekujî û bombeyî û carna jî rasterast bi çekan bi artêş û polîsê Iraqê re şer dikin.