Cotmeh 12, 2018 09:47 Asia/Tehran
  • Amirî li hevdîtina Çavûşoglu: Bila Tirkiyê hêza xwe ji Iraqê vekşîne

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî duh li hevdîtina wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu li Bexdayê daxwaz ji Tirkiyê kir ku hêza xwe ji nav axa Iraqê vekşîne.

Hevpeymaniya Fetih daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku duh li bajarê Bexda Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu kir û ser çend babetên di navbera Bexda û Enqerê de gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Hadî Amirî tekez kir ku, Tirkiyê welatekî doste û berdewam piştgiriya Iraqê dike û daxwaz ji wî welatî kir ku soza xwe derbarê zêdekirina pişka ava Iraqê bicih bînin.

Herwiha li gor daxuyaniya Fetih aşkere hatiye ragihandin ku Amirî li vê hevdîtinê xwestiye ku bila pêwendiyên herdu welatan têkneçin û pêwîst e Tirkiyê hêza xwe ji nav xaka Iraqê vekişîne.

Artêşa Tirkiyê eva zêde ji şeş meh in ku bi mihaneya şerê li dij PKK gelek ji hêzên xwe xistine nav axa Iraqê û gelek deverên bakura vî welatî dagîr kirine û di encama êrişên artêşa Tirkiyê gelek kesên sivîl li Kurdistana Iraqê jiyana xwe ji dest dane, vêca li vê çarçêvê de rayedarên iraqî ji Tirkiyê dixwazin bila hêzên xwe ji nav axa Iraqê derxin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê ji bo gotûbêja bi rayedarê iraqî re duh çû Bexdayê.