Li Kerkûkê teqîn – 2 kes hatin kuştin
Cotmeh 11, 2018 11:52 Asia/Tehran
Li bajarê Kerkûkê teqînek çê bû û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand, îro danê sibê teqîn li navenda bajarê Kerkûkê û li ser riya Bexdayê çê bûye.
Bas Newsê jî diyar kir ku teqîn bi riya bombeke pêvekirî bûye ku bombe bi otomobîleke taksiyê ve hatiye zeliqandin û di encama bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Hêj aliyên fermî yên rêveberiya Kerkûkê û hikûmeta Iraqê derbarê bûyerê de agahî nedane.