Cotmeh 10, 2018 18:58 Asia/Tehran
  •   Suneyên Iraqê wezaretxaneyên  xwe li dewleta tê raghandin

Partiyên sunne yên Iraqê îro lîsteya wezaretxaneyên ku li pêvajoya avakirina dewleta tê dixwezin têde beşdar bibin, raber kirin.

 Li gorî rapora ISNA`yê kanala  nûçan a Rûsiya El-Yewmê ji zarê çavkaniyên xwe ragihand: "Partiyên sunne yên Iraqê raghandin ku wezaretxaneyên ku dixwezin li dewleta tê têde beşdar bibin wezareta berevaniyê, wezareta dadweriyê, wezareta hîndekariya bilind û lêkolînên zanistî ne".

 Van çavkanîyan ji Rûsiya El-Ywmê re gotin ku  partiyên sunne beşdariya li du wezareta kar û barên civakî û wezareta zanistê û teknolojiyê jî daxwaz dikin.

 Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê roja Sêşemiyê li kiryareke  bêmînak  malperek bo qebûlkirina  daxwaziyên  kandîdatoriyê da nasandin ku her iraqiyek ku hêjatiya xwe hebe dikare  navê xwe têde qeyd bike.