Cotmeh 10, 2018 16:38 Asia/Tehran
  • Êrişa endamên DAIŞ`ê ser palîngeha nifta Bêciyê hat pûçkirin

Hêzên Heşda Şebî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, êrişa têrorîstên DAIŞê ser palîngeha niftê ya Bêciyê li parêzgeha Selahedînê li bakûra Iraqê pûç kirin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Sûmeriye News`ê, herwiha çavkaniyeka ewlehiyê li Iraqê jî ragihand: "Bombeyeka li rex cadeyê nêzîkî projeya avê ya Bocewariyê li bajarê Bêciyê hat pûçkirin ku di encamê de sê kesên sivîl birîndar bûn".

Her di vê çarçoveyê de Elî Decîlî, alîkarê serokê Komîteya Ewlehiyê li Selahedînê ragihand: "Êrişên lidûhev û plandarêştî yên dijî palîngeha niftê û êrişa ser karmendên palîngeha niftê ya Bêciyê, nîşan didin ku planek ji bo jinavbirina aboriya parêzgehê heye".

Di encama teqîna bombeyekê li rex cadeya ber bi palîngeha niftê ya Sîniyê li bakûra parêzgeha Selahedînê de hevgavê derbasbûna trombîla hilgira karmendên palîngeha niftê, karmendekî vê palîngehê hate kuştin û 32 kesên din birîndar bûn.

Ji dema ku hêzên iraqî bi awayekî tam endamên DAIŞ`ê di sala 2017`an têk birin, rewşa ewlehiyê li Iraqê bi awayekî berbiçav baştir bûye; Tevî viya hin endamên DAIŞ`ê li  navçeyên bajarî û pirrnifûs hene û êrişî hêzên ewlehiyê û sivîlan dikin.