Cotmeh 09, 2018 17:29 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Berhem Salih û Adil Evdilmehdî derbarê rewşa Iraqê

Serokomar û serokwezîrê nû yê Iraqê li civînekê derbarê dawîn guhertinên vî welatî hevdîtin û gotûbêj kirin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya ajansa nûçeyan a Mehr Newsê ji zarê kanala Sûmiriyê, Serokwezîrê Iraqê, Adil Evdilmehdî û serokomarê Berhem Salih li vê hevdîtinê derbarêmijara damezirandina dewleta tê ya Iraqê, baştirbûna rewşa xizmetgihaniyê, pêkanîna derfetên şolê û rêkarên hevkariya navebra hêz û saziyên cûrbicûr ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel gotûbêj kirin.

Berhem Salih serokomarê nû yê Iraqê Sêşemiyê, 9ê Cotmehê bi fermî Adil Evdilmehdî wek berpirsê damezirandina dewleta nû ya vî welatî da nasandin. Adil Evdilmehdî divê di heyama mehekê wezîrên dewleta xwe bide nasandin.

Li gorî nûçeyeka din, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê şeva bihurî (Duşemiyê) ni hikmekî Qasim El Ei'recî wezîrê karên hndir ê vî welatî tevî parastina posta wî, wek serokê servîsa ewlehiya neteweyî ya Iraqê û Irfan El Heyalî wezîrê berevaniyê wek rawêjkarê ewlehiya neteweyî tayîn kir.

Heyder Ebadî heta damezirandina dewleta nû ya Adil Evdilmehdî, erkên xwe wek serokwezîrê Iraqê didomîne.