Cotmeh 08, 2018 12:27 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedr: Bila Evdilmehdî rêvebiriya postên ewlehiyê bigire destê xwe

Serokê Tevgera Sedr a Iraqê daxwaza rêvebirina wezaretxaneyên karên hndir, berevanî û tevahiya postên ewlehiyê yên hestiyar ên vî welatî ji aliyê serokwezîr bixwe kir.

Li gorî rapora têlêvîziyona Meyadîna Libnanê, Serokê Tevgera Sedr a Iraqê, Muqteda Sedr roja Yekşemiyê li Twittekê nivîsî: Mafê tu partî an komekê tuneye ku ji bo wezaretxaneyên karên hndir, berevanî û tevahiya postên ewlehiyê yên hestiyar ên welêt berendamên xwe bidin nasandin, belkî ev post divê di destê serokwezîr bixwe bin.

Adil Evdilmehdî ku ji dema serkwezîrbûnê va 30 rojan dema xwe ji bo damezirandina dewleta nû heye, ji partî û komên siyasî xwestiye ku 4 berendaman ji bo her wezaretxaneyekê bidin nasandin.