• Pêgiriya serokomarê Iraqê ser berfirehkirina pêwendiyên dualî bi Têhranê ra

Serokomarê nû yê Iraqê li hevdîtina bi Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê li ser berfirehkiirna pêwendiyên dualî bi Komara îslamî ya Îranê ra teqez kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokomarê Iraqê, Berhem Salih Yekşemiyê bi şev li hevdîtina bi Îrecê Mescidî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, tevî amajeya bi kokên hevpar û pêwendiyên kevn ên du aliyan, daxwaza berfirehkirina wê li berûlayên cûrbicûr kir.

Serokomarê Iraqê, li pêwendiyên têlêfonî bi serokên welatên navçeyê û hevdîtinên xwe bi balyozên welatên cûrbicûr li Iraqê li ser pêwîstiya kêmkirina kêşeyan li navçeyê û berfirehkirina pêwendiyên bi Îranê ra pêgirî kiriye.

Berhem Salih bi bîr xist ku berfirehikirina pêwendiyan û danûstandina navbera tevahaiya welatên navçeyê dê lis er sûd û xêra Iraqê û hemî welatên navçeyê be.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê jî li vê hevdîtinê tevî pîrozkirina hilbijartina Berhem Salih wek serokomarê nû yê Iraqê, li ser amadetiya xwe ji bo hewildana herî pirrtir ji bo berfirehkirina pêwendiyên navbera du welatan da pêgirî kir.

Oct 08, 2018 08:58 Asia/Tehran