•  Hevalbendiya El-Benayê ya Iraqê komîteyek bona bijartina serokwezîr pêk anî

Yek ji rêberên hevalbendiya dewleta Qanûnê raghand ku hevalbendiya El-Benayê komîteyek bona bijartina serokwezîr li gor faktorên taybet pêk aniye.

 Li gorî rapora ISNAyê, Xalid El-Esedî ji rêberên  hevalbendiya  dewleta qanûnê li daxûayniyekê destnîşan kir: Hevalbendiya  El-Benayê ku du hevalbendiyên  dewleta qanûnê û El-Fathê digre ber xwe, komîteyeke taybet bona bijartina serokwezîrê pêşerojê li gor  hin  faktorên  taybet pêk anî. Vê hevalbendiyê destnîşan kir ku Nûrî Malikî rêberê wê  hez nake bibe berbiajrê posta serokwzertiyê.

 Li gorî vê daxûayniyê El-Esedî  nasandina kandîdayekî bona  kutakirina  hevrikiyên  li ser posta serokwezîrtiyê dûr da zanînû got: Ev meseleya  tu peywendiya xwe bi parlemanê re tine û  berbijarê serokwezîrtiyê divê ji firaksiyona  mezintir  an piraniyê be.

  Vî serokê hevalbendiya dewleta Qanûnê got: Li gor qanûna bingehîn a  Iraqê, parleman dengê xwe dide kabînê ku ji aliyê serokwezîr ve pêk tê û serokwezîr jî ji aliyê serokkomar ve dibe berpirsê pêkhatian kabînê.

  Hevalbendiya Sairûnê ku ji aliyê tevgera Sedr ve piştgirî dibe destnîşan kir ku hemî navên ku li medyan bo posta serokwezîriyê  hatine hilêxistin, nerast in.

 Raid Fehmî ji serokên  vê hevalbndiyê got: Hin berpirsên medyan û yên siaysî bona kanîdatoriya  hin kesayetiyan ji bo posta serokwezîriyê wek kandîdayê lihevkirinê propagendeyê dikin ku eva nerast e û her tiştê ku  hatiye weşandin, nerast e, komên siaysî heya vê gavê li bara mesela navê kanîdayên  serokwezîriyê behs û gotûbêj nekirine. 

  Heyder Ebadî ku dewra serokwezîriya wî dawî bûye li daxûyaniyekê destnîşan kir: Ez qet îsrarê nakim ku ser desthilatê bimnin. Ez ser qanûna bingehîn disekinim û rêzê li ferman û tewsiyên merceyeta bilindqedr  a Iraqê digrim û wan cih tînim.

  Hakim El-Zamolî endamê tevegra Sedra Iraqê teqez kir  ji ber ku qirar e kabîne dervey du hevalbendiyên  Sairûn û Fathê pêk were hitmala serketina  wê pir kêm e. Wî got: Tevgera Sedrê bala xwe dide ser mesela tevlîûna hevalbendiya dewleta qanûnê li nava  hevalbendiya ku muhtemel e dewletê pêk bîne.

 

 

Sep 16, 2018 20:42 Asia/Tehran