Rewşa Besrê yekem erka parlemana nû ya Iraqê
Şopandin û çareserkirina pirsgirêkên giran ên niştecihên Besrê ku di mehên vê dawîyê de bi caran bi nîşana nerazîbûna li hemberî pirsgirêkên wekî kêmavî û gemarbûna ava vexwarinê, bêkarî û kêmbûna ceryanê daketine kolanan, di destûrkara parlimana nû ya Iraqê de cî girt.
Piştî u îro desteya serokatîyê ya çaremîn dewra parlimana Iraqê (serok û her du cîgirên wî) hat bijartinê, Mihemed Helbûsî serokê nû yê parlimana Iraqê daxwaza hin parlimanteran a şopandina lezgîn a pirsgirêkên Besrê qebûl kir.
Helbûsî ku ji parlimanterên parêzgeha sunnenişîn a Al Anbar a li rojavaya Iraqê ye, daxwaza parlimanteran a vexwendina her sê wezîrên tenduristî, çavkanîyên avê û şaredarîyan bi merema şopandina pirsgirêkên giran ên Besrê di warê avê de qebûl kir.
Serokê nû yê parlimana Iraqê herwiha ragihandîye ku ew ê digel desteyekê here Besrê ta ku ji nêzîk va derbarê pirsgirêkên vê parêzgehê de agahdar bibe.
Helbûsî îro herwiha qebûl kir ku yekem civîna parlimana Iraqê ku ji dawîya meha buhurî va destpê bibû û heta îro ji ber bijartina desteya serokatîyê vekirî mabû, bi dawî were û civîna bê ya parlimanê jî bo 25`ê Îlonê hat paşdaxistin.
Piştî bijartina desteya serokatîya parlimanê, li gorî destûra bingehîn niha divê serokomar were bijartinê û serokomarê nû jî Fraksyona Mezin a Parlimanê ji bo nasandina serokwezîr û pêkanîna dewleta nû erkdar bike.