Îlon 16, 2018 10:33 Asia/Tehran
  • Pêgirîya serokê nû yê parlimana Iraqê ser têkoşîna dijî têrorîsmê

Mihemed Helbûsî wek yekem axavtina xwe piştî ku wekî serokê nû yê parlimana Iraqê hat bijartinê soz da ku di çarçova pejirandina wan qanûnan de pêngavan rake ku ser xêra gelê vî welatî û têkoşîna dijî têrorîsmê de bin.

Li gorî rapora malpera Al Neshre`yê, Helbûsî wekî serokê nû yê parlimana Iraqê bal kişand ser êrişên car bo carê yên bermayîyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li hin deverên vî welatî û got: Ji ber hewcedarîya Iraqê bi karên zêdetir di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de, lezandina prosa pejirandina qanûnên ku ser xêra gelê Iraqê bin, pêwîst e. 

Di civîna duh a meclisa Iraqê de 8 kesan xwe wekî berbijarê serokatîya parlimanê dan nasandinê lê bere bere ji vê berbijarîyê vekişîyan. “Li gorî encamên dengdana nihênî ya îro ya li Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî 169 deng, Xalid Ubêydî 89 deng û Mihemed Xalidî 4 deng bi dest xistin û li dawîyê Mihemed Helbûsî ku Fraksyona Al Fathê pişta wî digire bi piraniya dengan wekî serokê nû yê parlamentoyê hate hilbijartin.”

Mihemed Rêkan Helbûsî sala di 1982`an de li navçeya Germe ya parêzgeha Enbarê jidayik bûye.

Helbûsî di navbera salên 2014 û 2017ê de parlamenterê Fraksiyona Hel an ku çareserî ya Sunniyen bû, ku serokatiya vê fraksiyonê Cemal Kerbûlî dike.